Bîranînên dilşevat dev ji min bernadin. Fikrek ji fikrekê diqete, peyvek ji peyvekê çêdibe. Zincîra ramanên kûr stûyê min diale… Kû derê ronahiyek bicûrise, çavên min li pey wî diçin. Lê her ku ber bi ronahiyê diçim, ew zincîr min dikêşin nav tarîyê; ew qas winda dibim.
Ey Deryaya Navîn, ey ava jiyanê!
Ev sî çima evqas mezin dibe?
Tirs dikeve dilê min,
Newêrim derkevim derve.
Ditirsim xwe weşêrim di kula Platon de,
Lê ev ne alegorî ye, ne jî mecaz e;
Agirê dilê min ewqasî bialav e, ewqasî jî bialaz e!
Hebûna min jî hûr û cîlaz e.
Şerare wekî teyrokan dibarin ser min,
Di dilê min de brûsk diqete,
Dîsa hişê min min bernade!
Lê ezê bi peyvên serxoş nexapim,
Nacikînim derziya anesteziyê li hişê xwe de.
Ezê agir wexwim;
Bihelim, bikşim jî,
Biqîrim, bişewitim jî!
Bikevim nav axê,
Bibe xûlî, bedena min a rejû;
Ez ne qail dibim, ne tarîyê dixapim,
Heta serê min de hebe ew mejî!
(Ez di vê nivîsê de ne tenê li pey peyvan im; ez li pey heqîqeta ku di bin sîyên şikefta me de hatiye veşartin im. Her rêz, her gotin û her 'xûlî'ya ku ji bedena min a 'rejû' diherike, beşek ji vê tekoşîna min a hemdem e.
Peyvên min, ji zimanê min ê ku bi xwe re xeyîdî bû, wekî şerareyan derketin û gihîştin vê astê. Niha, ez vê 'bîstika' hestên xwe li ser Kreosus pêşkêş dikim.
Eger tu jî bawer dikî ku şikefta Platon divê were xirabkirin, eger tu jî dixwazî di vê 'polemîka' ramanên kûr de bi min re bibî şahid, tu dikarî bi piştgiriya xwe bibe beşek ji vê rêwîtiyê.
Ev ne piştgiriya ji bo hilberînekê ye; ev piştgiriya ji bo dengê wan kesên 'xweragir' e ku red dikin 'derziya anesteziyê' li hişê xwe bixin. Werin, em bi hev re şikeftê xirab bikin û rûyê ronahiyê bi şêwazeke nû bibînin.
Spas ji bo her kesê ku dê şerareyên xwe li vê şewatê zêde bike.)
Necdet BİLİRER
161 gün önce
Deryaya Navîn, zêdetir ji her demê dilşikestî ye.
Tu bi bîr tînî, delalê min?
Di bin ronahiya şilu ya heyvê de,
Deryaya Navîn em li ser zinaran kiribûn mêvan.
Çavên te xeta asoyê vediweşart,
Hemû rengên şînok digihande hev.
Dema min li te mêze dikir, dilê minê alavgirî re,
Min dît ku pêlên pitpirî dibûn şahid;
Lê hev kaş dikirin.
Te ferq kir? Nizanim,
Ev polemîka bêdeng û daxes,
Tiştekî ji me re digot.
Gava min destên te hilda nav destê xwe,
digihîştin aramîyê pêlên deryayê
Gava min bi tundî hembêz kirî,
dibû mîna silûeteke zarokekî dilgerm Deryaya Navîn
Ji bo her kenê ku ji dilê te diqet,
Încîya datînî ji peravên min de.
Her ku min gamzeyê rûyê te didît,
Devê min digihîşt guhên min de.
Bi halê xwe yê herî şermoke
Digehîştim tema kenê
Niha ez di asta herî xwar a nebûna te de me.
Ne qelebalix min dihewîne,
Ne jî zinarên xelwet.
Dem, xwe biranînen dilşevat ve dipêçe
Deryaya Navîn jî zêdetir ji her demê dilşikestî ye.
Tu dizanî, delalê min?
Ji roja tu çûyî
Min di "ken"ê de wateyek nedît.
Ne min karibû Deryaya Navîn bixapînim,
Ne jî dilê xwe…
(Ji bo ku ez ruhê peyvên di vê helbestê de derxim ronahiyê û kûrahiya vê bîstikê bi xwendevanan re parve bikim, hewceyî piştgiriya te me.)
Akdeniz Hiç Olmadığı Kadar Alıngan
Hatırlıyor musun sevgili?
Ayın çekingen ışığı altında,
Kuytu kayalıklarda ağırlamıştı bizi Akdeniz.
Gözlerin ufuk çizgisini sansürlüyordu,
Her tonda maviliği buluşturarak.
Sana baktıkça tutuşan yüreğime
Tanıklık eden dalgaların çırpınışını gördüm.
Çekiştiriyorlardı birbirlerini,
Bilmiyorum, fark ettin mi?
Bu dilsiz ve hırçın polemik,
Bir şeyler anlatıyordu bize.
Ellerini ellerimin arasına aldığımda
Sükûta kavuşurdu dalgalar.
Sana sıkı sıkı sarıldığımda
Bir çocuğun munis siluetine bürünürdü Akdeniz.
Yüreğinden kopan her gülüş için
İnciler bırakırdı sahillerime.
Yüzünde beliren gamzelerini gördükçe
Ağzım kulaklarıma varırdı.
En utangaç halimle
Gülmek denen şeyin tadına varırdım.
Şimdi yokluğunun en çarpık irtifasındayım.
Ne kalabalıklar barındırıyor beni,
Ne de kuytu kayalıklar.
Hatıraların harladığı maziye sarıyor zaman,
Akdeniz ise hiç olmadığı kadar alıngan.
Biliyor musun sevgili?
Sen gittiğinden beri
Gülmek denen şeyde mâna bulamadım.
Ne Akdeniz’i avutabildim,
Ne de yüreğimi…
Necdet BİLİRER
168 gün önce
Zimanê Ku Ji Xwe Xeyîdiye / Kendine Küsmüş Dil
Dawiya Gulanê ye; êvar e, serê min giran e. Ez diçim, lê ev giranî ji ser min naçe. Teqet di çokên min de nemaye, li ser dîwanê rûniştim. Berê min li paceyê ye; esman di nav tariyê de çend stêrk revandine. Bayê germ pelên daran dihejîne, di nav gelî de dikişe. Çavên min li ewran digere, lê ewrên rastî di nav çavên min de ne. Ewr xwe li baranê nake xwedî, lê çavên min li ber barînê ne. Bêhntengî di singa min de ye. Sîyek di nav sîya min de heye; ev sî min dişopîne, ez kû derê herim, ev peymana me ye. Ne hewceyî nêrîneke hûrgilî, ne hewceyî hişekî baldar e; ew lehza bêaram heta di nav hestiyan de xwe dide hîskirin. Gûl behna xwe ji min veşartî dihêle. Lê hest dikim; ev çi rexneya bêwate ye? Ritmeke serxoş ji dûr ve tê guhên min; hêdî hêdî dilê min germ dike, dikeve nav hişê min. Hinekî hişê min di serê min de mabû, ew jî bi vê ritmê re derdest bû. Çend peyv tên ser zimanê min, lê ziman ji xwe xeyîdiye.
"Deryaya tarî ya nivîsê, bi piştgiriya we ronî dibe. Hûn dikarin bibin şirîkê vê rêwîtiya felsefî, piştgiriyê bidin û bibin parçeyek ji vê xwebûnê."
"Mayıs'ın sonu; akşam, başım da ağırlık var, ben gidiyorum ama bu ağırlık üzerimden gitmiyor. Dizlerimde mecal yok, divana çöküyorum; sanki gökyüzü üzerime çöküyor. Gözüm pencerede; gökyüzü karanlığın içinde birkaç yıldızı çalmış. Ilık bir rüzgâr ağaçların yapraklarını titretiyor, vadinin içinde esiyor; tuhaf bir gıcırtı tenimi ürpertiyor, kendisiyle birlikte (beni de) sürüklüyor.
Gözlerim bulutlarda geziniyor ama asıl bulutlar gözlerimin içinde. Bulutlar yağmura tenezzül etmiyor (yağmıyor), ama gözlerim yağmaya meylediyor. Göğsümde bir hüzün var. Gölgenin içinde bir başka gölge daha var gibi; bu gölge beni takip ediyor, nereye gidersem gideyim, peşimden geliyor. Ne inceden süzen bir bakışa, ne de dikkatli bir zihne gerek var; o huzursuz an, kemiklerin içine kadar kendini hissettiriyor. Gül, kokusunu benden gizli tutuyor. Ama şaşkınım; bu nasıl anlamsız bir eleştiri?
Uzaklardan sarhoş bir ritim kulağıma geliyor; yavaş yavaş kalbimi ısıtıyor, zihnime sızıyor. Kafamda kalan o azıcık akıl da bu ritimle esir düşüyor. Dilime gelen birkaç kelime var ama dilim kendi kendine küsmüş; bu kelimeler de sahibini bulamıyor. Zaman zamana karıştı, saatler geçti, karanlık akışkan bir derya oldu; ben de kendimi o deryaya bırakıyorum.
"Deryaya tarî ya nivîsê, bi piştgiriya we ronî dibe. Hûn dikarin bibin şirîkê vê rêwîtiya felsefî, piştgiriyê bidin û bibin parçeyek ji vê xwebûnê."
Necdet BİLİRER
171 gün önce
Astengiyên Hiş / Zihinsel Bariyerler
Tenê ez nefikirîm li wî dîmenî, tenê ez winda nebûm di vî fezayî de. Tenê rêya min tarî nebû, tenê çavê min ji ber ronahiya geş neqerimî... Ne ez tenê bûm, ne jî ez sêwî bûm...
Ez kî me, ez çend kes im? Di vê paşerojê de çend roj veşartî ne? An jî wê pêşeroj bikeve para min? Wê kengî ramanên şolî û zîz, di hişê min de zelal bibin? Wê kengî keda aramiyê derkeve ser rûyê avê?
Dor dora min e; ji niha û pê ve astengiyên mezin her dem wê derkevin pêşiya min. Lê belê hevsengiya ramanên ronahî wê min bigihîne rojên aram.Min pir xwe veşart, hîsên sêwî zaf caran bêkes hiştin. Êdî ez ne wan hîsên jar tenê dihêlim, ne jî xwe...
Çiqas ax avêtine ser min? Çend kinc û libasên xerîb li min pêçane? Wekî kurmekî hûr ez hiştime di nava strîyan de. Ma ez nizanim ev strî ji min re jehr e? Çend derî li ser min girtine, çend kilît li min xistine? Çend zincîr li mejiyê min alandine?Çi dibe bila bibe, ez ê wan zincîran lib bi lib biqetînim. Ew derî çiqas ji pola bin jî, ez ê hemûyan bişkînim. Gav bi gav, roj bi roj ez ê derkevim ronahiyê. Striyên tûj çiqas derkevin pêşiya min jî, ez êdî ne ji wan ditirsim, ne jî jê dûr dikevim.
- - -
"Sadece ben düşünmedim o manzarayı, sadece ben kaybolmadım bu uzayda. Sadece benim yolum kararmadı, sadece benim gözüm kamaşmadı o gür ışıktan... Ne ben tektim, ne de yalnızdım...
Ben kimim, ben kaç kişiyim? Bu geçmişte kaç gün gizli? Yoksa gelecek mi payıma düşecek? Ne vakit bulanık ve buruk düşünceler berrak olacak zihnimde? Ne zaman huzurun emeği su yüzüne çıkacak?
Sıra bende; bundan sonra büyük engeller her daim çıkacak karşıma. Fakat aydınlık düşüncelerin dengesi beni huzurlu günlere ulaştıracak.
Çok gizledim kendimi, yetim hisleri çoğu kez kimsesiz bıraktım. Artık ne o zayıf hisleri yalnız bırakırım, ne de kendimi...
Ne kadar toprak attılar üzerime? Kaç yabancı giysi ve kıyafetleri sardılar bedenime? Küçük bir kurtçuk gibi dikenlerin arasında bıraktılar beni. Bilmez miyim bu dikenlerin bana zehir olduğunu? Kaç kapı kapattılar üzerime, kaç kilit vurdular bana? Kaç zincir doladılar beynime?
Ne olursa olsun, o zincirleri halka halka koparacağım. O kapılar ne kadar da çelikten olsa da hepsini kıracağım. Adım adım, gün be gün aydınlığa çıkacağım. Keskin dikenler ne kadar çıksa da karşıma, artık ne onlardan korkarım ne de geri çekilirim."
Hepsi Bu Kadar..
Nivîskar û helbestvan. Li ser îrade, civak û felsefeyê nivîsên dualî (Kurdî & Tirkî).Köşe yazarı ve şair. İrade, toplum ve felsefe üzerine iki dilli (Kürtçe & Türkçe) yazılar.
"Zirveya herî bilind a îradoyê; çalakiya xwe-bûnê ye." (İradenin en yüksek zirvesi; kendi olma eylemidir.)
Necdet BİLİRER
Destek Ol
Bu içerik üreticisini destekleyerek yolculuğuna ortak ol
Ji bo ku ez nivîs û helbestên xwe yên felsefî bigihînim girseyên berfireh û hilberîna xwe ya edebî bidomînim, armanca min a yekem gihîştina 50 piştgiran e. Spas ji bo piştgiriya we. / Kürtçe ve Türkçe felsefi yazılarımı, şiirlerimi daha geniş kitlelere ulaştırmak ve edebi üretimimi sürdürülebilir kılmak için ilk hedefim 50 düzenli destekçiye ulaşmak. Desteğiniz için teşekkür ederim.